Şivan Perwer : Rêfrandoma Kurdistanê li cîhanê ya herî serkeftî bû

Sep 26 2018

Hunermendê Kurdistanê yê navdar Şivan Perwere di çarçoveya beşdariyê di hevdîtineke taybet de ji kenala Kurdistan tv û li parlemana Yekîtiya Ewropayê duh 25/9/2018 got ku Rêfrandoma Kurdistanê di sala bihûrî de bi encama xwe mezin ku 92,73 bi dest anî li cîhanê yekane bû û tu welatan bi vê rêjeyê dengdan nedaye lê mixabin ji ber ku piştevaniya wê ne hat kirin bi ser neket .

Perwer serbar kir û got ku ya herî giring di Rêfrandomê de ew bû ku miletê Kurdistanê bi dil û can û hêvî ew Rêfrandom ancam da herwiha Perwer bang li tevgera siyasî ya herêma Kurdistanê kir ku bixebitin û dostên xwe ji welatên Ewropayê û yên xwedî biryara navdewletî çê bikin ji ber ku ew ê karibin çareserbikin .

377