Serok Barzanî: Kurdistan ne Efxanistan e

Serok Barzanî: Kurdistan ne Efxanistan e

Aug 23 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, duh 22 Tebaxa 2021ê, nameyek belav kir tê de got: Kurdistan ne Efxanistan e. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Piştî rûdanên Efxanîstanê eve çend rojeke grubeke siyasî û medyayî ber bi dirustkirina metirsiyê û bêhêviyê li nav xelkê Kurdistanê da kar ji bo beramberkirina di navbera Herêma Kurdistan û Efxanîstanê dikin. Li vir da pêwîste hemû aliyek baş bizanin ku her mîlletek eger pişt bi xwe û şiyanên xwe nebestê herdem egera gef û li navçûnê jî li ser heye. Palpiştiya xelkê jî wê demê bihaya xwe heye û bi bandor dibê ku em bi xwe hebîn û îradeya me hebê.

Cûdahiyeke zêde li navbera Efxanîstan û Kurdistanê da heye. Cûdahiyeke zêde jî li navbera Pêşmerge û artêşa Efxanîstanê de heye. Pêşmerge zadeyê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistane. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya Da'îş û destanên Pirdê û Sihêla ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebû îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lê belê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û îradeya polayî plana neyar û dijminan hilweşand.

Li vir da dixwazim xelkê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku rewşa Kurdistanê cûdahiyeke zêde heye li gel hemû cihên din. Spas ji bo xwedayê mezin me Pêşmergeyên qehreman û hêza me heye û ji hemûyan jî girîngtir mîlletekîn xwedî îrade û dozekî ne. Eger dijmin û nehezan jî xeyala wan hebûbê azara xelkê Kurdistanê bidin tu demekê bi hêsanî ji bo wan neçûye serî û bi piştrastiyê ve li paşerojê de jî bi hêsanî ji bo wan naçê ser. Her kesek jî bixwaze bêhêvî û xwe bi kêmzanîn û beramberiyên nebicîh li nav xelkê de belav bike diyare hê jî nekariye li îrade û xweragiriya gelê xwe têbigihe.

Mesûd Barzanî
22.08.2021

731