PYDê zarokan li Şehbayê direvîne, û banga garentiyê bo vegera Efrînê dike

PYDê zarokan li Şehbayê direvîne, û banga garentiyê bo vegera Efrînê dike

Aug 21 2021

ARK NEWS... Ji ber pêla berçav ya vegera koçberkirî û derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, PYDê bi berdewamî hewl dide vê pêlê pûç bike û jinav bibe, û di rêya rûpel û alîgirên xwe ve, probexandeyê dike û koçberkiyan han dide ku venegerin Efrînê.

Dîsa PYDê di rêya rêklaman ve, û weke çespandina guhertina demoxrafî ya Efrînê koçberkiryên li kampên Şehbayê dixapîne û ji wan re dide diyarkirin mana di kampan de berxwedan e, û veger xiyanet e.

Di vê derbarê de, Nûrî Birîmo li ser kiryarên PYDê di nehiştina vegerê de ji ARKê re da zanîn ku PYDê xiyanetê dike û koçberkiryan li gorî berjewendiya xwe bi kar tîne.

Birîmo tekez kir ku pêla vegerê pîroz e lê divê her kesek xwedî li kesên vedigerin derkevin û piştevaniya wan bi hedu rêyên abûrî û wateyî bide.

Çekdarên PYDê herdem daxwza gerentiyan li Efrînê dikin, lê çavdêr tekez dikin ku gerantî li kampan de tune ye, kiryarên û binpêkiriyên wan di dermafê zaroka û ciwanên jêr 18 salî de berdewam dike, ya herî dawiyê zaroka bi navê Fatma Îdrîs Nesan, ji gundê Qijûma yê Cindirêsê ye.

Bavê Fatima dibêje ku li kampên Şehbayê di rewşeke xerab de dijîn û banga xwe gihand Mezlûm Kobanê, û got li Şehbayê xiyanet pir e.

Ji dema ku pêla vegerê dest pê kiriye, bi sedan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike lê PYDê berûvajî wê yekê kar dike û koçberkirî weke dîl girtine û weke martalên mirovî ji bo parastina Nubil û Zehrayê bi kar tînin.

Ş.E



449