Nêçîrvan Barzanî û Masiyo Toler rewşa Sûriyê û navçeyê gotûbêj kir
ARK NEWS... Duh 10ê Tebaxa 2021ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Masiyo Toler balyozê Emerîka li Iraqê kir, herdu aliyan dawîn rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kir.
Di civînê de guftûgoya stratejî ya Iraq û Emerîka, rewşa hundirîn ya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, û pêşhatên dawî ya şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞL, hatin guftûgokirin.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Emerîka pabendbûna welatê xwe ya bi berdewamiya piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya li gel artêşa Iraq û Pêşmerge, tekez kir
Li aliyekî din ji civînê, çawanî û girîngiya bicîhkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û rewşa Sûriye, herweha girîngiya aramî û pêşhateyên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke din cihê xwe di civînê de girtibûn.
259