Siûd Elmela: Prof. Kinyaz xwedî rol, helwest û kedeke berçav û diyar bû
ARK NEWS... Siûd Elmela, sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Prof. Kinyaz Îbrahîm belav kir, tê de got: jiyanjidestdana wî ziyaneke mezin e ji tevaya gelê kurd re. Naveroka nameyê ev e
Bo civaka kurdên Soviyeta berê û civaka kurdên Kazaxistanê û malbata Prof. Kinyaz Îbrahîm Mirzoyêv:
Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya koçadawiya Xwedê jê razî, Serokê Federasyona Navnetewî ya kurdên Soviyet, niştîmanperwerê xwedî şan, Prof. Kinyaz Mirzoyêv bihîst, bêguman jiyanjidestdana wî ziyaneke mezin e ji tevaya gelê kurd re.
Prof. Kinyaz xwedî rol, helwest û kedeke berçav û diyar bû derbarê mafê miletê kurd de.
Em behîdariya we, malbat û tevaya hevalên wî dikin. Bila serê we sax be, cihê wî bihuşta perîn be.
Em beşdarê xema we ne.
Siûd Elmela - Sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya
08ê Tebaxa 2021ê Qamişlo
422
