Durûya berpirsên PYDê di sepandina rêbaza felsefeya Ocelan de
ARK NEWS... Hevdemê ku rêveberiya PYDê rêbaza xwendinê, taybet bi hizra PKKê û felsefeya serokê PKKê Ebdula Ocelan li ser şêniyên kurd li Rojavayê Kurdistanê sepandiye, ku ta niha tu danpêdan bi wan bawenameyan tun ne, û pêşeroja xwendekaran tarî ya û ne diyar e, di heman demê de berpirsên PYDê bi xwe danpêdanê bi wê sîstemê nakin, û encamên bawernameyên ku îsal diyar bûne, xuya dikin ku piraniya berpirsên rêveberiya PYDê û QSDê zarokên xwe şandine dibistanên rêjîma Sûriyê.
Yek ji berpirsên PYDê Hember Hesen e, ku serkirde di PYDê de, û serokê desteya rûspiyên rêveberiyê ye, herweha serokê berê yê rêxistina Rojav bû, beriya du rojan kurê navbûrî yê bi navê Mihemed ji aliyê parêzgarê Hesekê, yê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve destnîşankirî ve hat xelatkirin.
Merasîmên xelatkirinê li pêş çavên ragihandina xwecihî û erebî bû, tê de xwendekarên serkeftî di dibistanên rêjîmê de ji aliyên Xesan Xelîl parêzgarê Hesekê ve û hin berpirsên din bi rê ve çûn.
Ji bilî Hember Hesen bi dehan berpisên PYDê yên ku idîa dikirn ku divê zimanê kurdî were parastin û sîstema rêbaza sepandî ji aliyê rêveberiya PYDê ve wer xwendin herweha sîstema xwendina rêjmê ku ta neha danpêdankirî ye, li Rojavayê Kurdistanê qedexe kirine, zarokên xwe yan zarokên kesûkarên xwe rêkirine dibistanên rêjîmê ji wan berpirsan Enwer Muslim hevserokê PYDê, Aldar Xelîl serkirdeyê PYDê, Mustefa Balî berdevkê berê yê QSDê, Salih Elî serpirştiyarê giştî yê karûbarên ezmûnan, Îbrahîm Qeftan serokê partiya Sûiya ya siberoj, Ferîd Etî û bi dehan berpirsên din.
Ji dema danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirine yek ji xalên nakokdar mijar xwendinê ye, ku ENKSê sîstema sepandî ya ji aliyê PYDê ve red dike ji ber tu danpêdan pê nehatiye kirin û berûvajî bawernameyên fermî yên Sûriyê xwendekar nikarin xwendina xwe di zanîngeh û peymangehan de berdewam bikin.
Ş.E
539
