Oso: Berdewamiya binpêkirinan, ENKSê berev bijardeyên zehmet ve dibe
Jul 26 2021
ARK NEWS... Endamê serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Silêman Oso, duh 25ê Tîrmeha 2021ê, da zanîn ku berdewamiya binpêkirinên ji aliyê PYDê ve dihêle ENKSê berev bijardeyên zehmet ve biçe.
Oso li ser rûpela xwe ya Fêsbokê derbarê revandiyên PDK-Sê ragihand: Berdewamiya revandina endam û alîgirên ENKSê nerazîbûnek di kolana kurdî de afirandiye, û êdî xelk ji destpêkirina danûstandinên kurdî bêhêvî mane.
Endamê Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê tekez kir: Ev binpêkirin, û berdewamiya wan, ENKSê li pêş bijardeyên zehmet datîne, ku ENKSê nexwaza berev wê qonaxê ve biçe.
Ş.E
414
