Diyardeya xwestina fidiye li Efrînê derketiye

Diyardeya xwestina fidiye li Efrînê derketiye

Jun 23 2018

Êdî diyardeya fidiya anku girtina welatiyan yan diziya kelûpelan û desteserkirina ser wan ji aliyê girûpên çekdar ve li beramber welatiyên Efrînê derketiye û girûpên çekdar mal û milkên welatiyên kurd desteser dikin û jibo destrakirna ser wan kelûpelan pereyên giran dixwazin.

Jêderek taybet ji nav Efrîê ji ARKê re ragihand kû girûpên çekdar 25 hezar dolar li ser Ismaîl Alkana xwediyê guvajgehekê li gundê Elkana sepandin û xwediyê wê Ismaîl Alkana neçar bû 25 hezar dolar Emrîkî bide wan çekdaran da ku guvajgehê nedizin.

li aliyekî din û li gundê Xelîl yê navçeya Şiyê jêderê da diyarkirin çekdaran li ser malbata Hederê Mamê
30000 dolar Emrîkî sepandin û piştî wê malbatê pêşkêşkirna Sî hezar dolar redkirin girûpên çekdara guvajgeh anku kargeha zeytûnan yan wek Efrînê dibêjin mekbesên zeytûnan dizîn kû behaya wê derdora 90 milyon lêreyên Sûrî ne û ji bo vegerandina alav û amêrên guvajgehê wek merc sî hezar dolar li ser wan sepandine û ta niha guvajgeh li cem çekdarane.

Li gundê Sorkê yê Raco jî girûpa Hemzat sê welatî girtin û li beramber berdan wan 2700 dolar ji malbata wan xwastin beriya demekê jî li gundê Qermitliq ew diyar de der keti bû û çekdarên Sultan Mûrad çar welatî binçav kiribûn û ji bo serbest berdana wan 2500 dolar Emrîkî xwestin û dema ku malbatan pare ji wan re pêşkêş nekirin ew çar welatî rastî eşkencê hatin.
ŞÊXO EFRÎNÎ




445