Berdevkê PYDê: Hewlên parçekirina Sûriyê pîlan in

Berdevkê PYDê: Hewlên parçekirina Sûriyê pîlan in

Sep 23 2018

Berdevkê bi navê Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYD Ciwan Mustefa hewlên dabeşkirina Sûriyê bi pîlan bi nav kirin û got eger Efrîn neyê azadkirin Sûriyê ji dabeşkirinê rizgar nabe.

Di daxuyanyekê de ji bo malpereke bi ser PYDê ve Mustefa got jî ku Sûriyê ber bi guhertinên nû ve diçe û hêzên desthilatdar dixwazin Sûriyê dabeş bikin û ji ber wê yekê rêkeftinan dikin û behsa rêkeftina Astana û ya Sutşiyê ku Duşemba bûrî hatibû lidarxistin kir ku armanc ji wan civînan dabeşkirna Sûriyê û komkirina çekdaran li Idlibê ye.

Berdevkê PYDê got ku eger Efrîn neyê azadkirin Sûriyê ji dabeşkirinê rizgar nabe.

Beriya niha Ilham Ehmed serkirdeya Sûriyaya Dîmuqratîk jî ragihandibû ku wan bi hezaran şehîd di ber yekîtya xaka Sûryê de danîne.

456