LI Hewlêrê semînarek ser rola rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin

LI Hewlêrê semînarek ser rola rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin

Sep 22 2018

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya û Yekîtiya Nvîskarên Kurdistana Sûriya li bingeha xwe ya hevbeş ya li Hewlêrê semînareke rewşenbîrî derbarê civaka sivîl li dar xist.

Duh berdevkê Rêxistna bi navê "Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî" Hesen Qasim semînarek di bin sernavê : Rola rêxistinên civaka sivîl û bandora wan li ser şerê Sûriyê pîşkêş kir.

Di semînarê de Qasim balkişand li ser rola rêxistinên civaka sivîl di civaka demukratî de û lawazbûna wan di civaka diktatorî de û rola wê ya lawaz di şerê Sûriyê de.

Semînar bi beşdarbûna hejmarek medyakar û rewuşenbîr û helbestvan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê bi rêve çû.

557