PDK-S ê... 64 sal xebat û tekoşîn berdewam e

PDK-S ê... 64 sal xebat û tekoşîn berdewam e

Jun 18 2021

PDK-S ê... 64 sal xebat û tekoşîn berdewam e
Şêxo Efrînî

Di 14ê Hizêranê de 64mîn salvegera damezrandina yekem partiya kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de derbas bû. Di sala 1957an de li Helebê li mala Mihemed Elî Xoce ku yek ji damezrîneran bû hate ragihandin, di vê helkeftê de, em serê xwe li ber xebatkar û tekoşerên pêşîn diçemînin, û damezrînaran bi bîr tînin: Osman Sebrî Şamê, Pêşmerge Mihemed Elî Xoce Efrîn, Reşîd Hemo Efrîn, Şewket Henan Efrîn, Hemza Niwêran Qamişlo, Hemdî Derwîş Qamişlo, Xelîl Mihemed Efrîn Xwedê temenê wî dirêj bike, û Dr. Nûredîn Zaza weke yekem serokê partiya ku bi navê Partiya demokrata Kurdistana Sûriyê bû herweha Osman Sebrî bû sekreterê wê partiyê, dilovaniya Xwedê li giyanê hemiyan be.

Ragihandina yekem partî bêguman gaveke nû wêrek bû di dîroka kurdan li Rojavayê Kurdistanê, şêniyên kurd ji hemû deveran tevlî refên partî bû, kar, xebat û tekoşîn li hember dagîrkeran dest pê kirin.

Ji ber xebatê, serkirde û endamên partî rastî her curekê ji lêdan û îşkenceyê dihatin, nexasim ji aliyê hikûmeta desthelatdariya Sûriyê û Misrê 1958- 1961ê, herweha piştî hatina rêjîma Basa Sûriyê di 1963an de.

Tevî ku wê binçavkirin û qirkirinê bandorek nerînî li ser tevgerê kir, lê endaman dest ji kar bernedan û li ser rê rêbazê bi rê ve çûn.

1960î, 1973an de salên berçav in di dîroka partî de ku tê de hilmeta herî mezin di dermafê sekirde û xabatkarên me de bû. Partiyek bihêz birol, bibandor bû, lê mixabin sêxuriya welatên dagîrkeran nehiştin biçe serî lewma dest bi perçebûn û veqetandinê bû, di roja weke îro de behsa zêdetirî 100 partî û tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, her îda dikin li ser rêbaza Barzaniyê nemir in, di rastiyê de piraniya wan partiyan çarçoveya malbatî jî derbas nekirine. Hezar silav û karê PDK-Sê re dilovanî ji damezrînerên pêşîn re.



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

317