Qamişlo... PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina xwe vejand
ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê helkefta 64emîn salvegera damezrandina xwe vejand.
Roja Duşemê 14. 06. 2021 bi amadebûna Encûmena Niştmanî ya Kurdî, kadir, û kesayetên siyasî civakî rewşenbîr jin û ciwanan helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê bi ahengeke navendî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê demjimêr 6ê êvarê li baregeha xwe ya navendî li paş benka Ewde vejand.
Neşet Zaza endamê polîtbîroya PDK-Sê gotarek pêşkêş kir tê de behsa kar û xebata Partî ji damezrandinê ta niha û qurbaniyên ku di ber xizmeta doza kurdî de daye kir, herweha Hejar Elî gotara ENKSê û Ebdulsam Xelef Biro sekretêrê Partiya Gel ya Kurdistanî - Sûriya ku nû hatiye ragihandin pêşkêş kir û koma Narîn ya huner û filklora kurdî jî beşdarî di vê ahnegê de kir stran pêşkêş kirin.
526
