Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Encûmena Asayişê dike ku şerê li Rojava rawestîne

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Encûmena Asayişê dike ku şerê li Rojava rawestîne

Oct 12 2019

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji bo rawestandina şer û naveynkariyê amade û di nava hewldanan de ne. Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî dike, ji bo rawestnadina şer û aştiyê rola xwe bilîzin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

“Her ji destpêkê ve em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û bi dilgiranî û nîgeranî ve operasyonên serbazî yên Rojhilatê Firatê li Sûriyê dişopînin, bi taybet ku komên tundrew ên opozisyona Sûriyê têde beşdar in. Şer, derî li kuştin û derbiderî û awarebûna xelkê sivîl û çêbûna bê îstiqrariyê li tevahiya navçeyê vedike û gef û metirsiya dubare derketina terorê jî ciddîtir û mezintir dike.

Em, ku me li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek qurbanî dane ji bo têkbirina terorê û me gelek êşên şer dîtine, gelek bi dilgiranî û hestyarî li alozbûna rewşê û têkçûna asayişê û nemana îstiqrarê mêze dikin, ku dibe sedema encamên çaverênekirî û metirsîdar bo navçeyê û cîhanê, lewma bo rawestandina şer û ji bo bidestxistina aramiyê, em di hewldanên berdewam de ne û ji bo hemû navbeynkarî û alîkariyekê amade ne.

Şer û pevçûn tenê alozî, girjî û metirisyê li navçeyê zêde dike, deskeftên têkbirina DAIŞê ji nav dibe û di berjewendiya ti aliyekê de nîne, lewma em daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişê dikin, ku çareserekî dadperwerane bo pêşeroja Sûriyê bibîne, bi awayekê ku mafê hemû pêkhateyan têde parastî be û bi ciddî rola xwe bo rawestandina şer û dabînkirina îstiqrarê û parastina aştî, diyalog û çareseriya siyasî bilîze û rê neyê dan ku xelkê sivîk derbider û aware bibin.”

342