Xwecehiya şehîd Birhik selametiya endamê xwe ji PYDê dizane
ARK NEWS... Encûmena xwecihiya şehîd Nesredîn Birihk di civîna xwe de berpirsiyaretiya selametiya Ebdulxefar Mihemed endamê xwecihiya Nesredîn Birhih, û endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê xist stûyê PYDê û çekdarên bi ser ve.
Di civîna encûmena xwecihiya şehîd Nesredîn Birhik ku duh li navçeya Çil Axa ya bi ser Dêrikê ve hatibû lidarxistin çendîn mijar û babetên siyasî û rêxistinî hatin gotûbêjkirin. Di nav wan mijaran de behsa danûstandinên kurdî kurdî navbera ENKSê û PYNKê de hat kirin, herweha hin mijarên rêxistinî derbarê xwecihiyan de hatin behskirin.
Derbarê revandina Ebdulxefar Mihemed, endamê xwecihiya Nesredîn Birhik, û endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê, xwecehiya şehîd Birhik banga serbestberdana bilez ji PYDê kir herweha ragihand ku her ziyanek bigihe navbûrî PYDê berpirs e û divê di zûtirîn dem de were berdan.
Ş.E
622
