
Jineke kurd bitemen rastî lêdan û îşkenceyê hat
ARK NEWS... Di vê dema dawiyê de kiryarên nijadpersetî di dermafê kurdên herêma Efrînê de zêde bûne, ku çekdar û erebên hawirde kurdan weke kole dibînin û bi mejiyê pozbilindî, tundûtujî û bihêzbûnê danûstandinê dikin.
Di vê derbarê de rêxistina mafê mirovan bi dehan rewş bekge kiriye û belav kiriye. Li gundê Satiya yê Mebata di 14 Gulanê de jî jineke kurd bi navê Emîne Ehmed ji aliyê erebên hawirde ve hat lêdan û îşkencekirin bi tenê ji wan ereban xwestibû bezê xwe di nav zeviyên wê neçêrînin. Ji bilî lêdan û sivkatiyê jê re gotin ku ev zevî yê wan e û ne ji mafê kurdan e biaxivin, weke her car çekdarên polîsên sivîl û leşkerî destêwedan nekir.
Li gundê Eltaniya yê Raco jî di 30 meha Nîsanê de hejmarek ji erebên ku di heman demê de çekdar in êrîşî welatiyê kurd Mehmûd Îsmaîl Elî ji gundê Memala yê Rojava kir ji ber red kiribû kelûpelan bi qerz bide wan çekdaran û nepabendbûna wan bi dana qerzên berê yên kombûyî.
Her li gundê Eltaniya yê Raco di 13ê Gulanê de çekdarên Feyleq Elşam girtin ser mala Riyad Salih û li wî û malbata wî li pêş çavên şêniyên gund dan. L heman gundî di 17ê mehê de nakokî navbdera 3 ciwanên kurd li aliyekî û çekdarekî ereb de çê bû bi şanazî bersiva wî çekdarî ew bû ku du kes kez berê li Cindirêsê kuştine û tu rêgirî li cem tune bibin sê piştre bang li çekdara kir bû tundî li hersê ciwanên kurd dan.
Li gundê Gewinda yê Raco dema çotkarê kurd Şerîf Qenber berhma demsala pelên rez diçinî û ji ber ku nehişt ereb di nav zeviyên wî de bez serbest berdin bi tundî û hovane hat lêdan ta niha rewşa wî ya tenduristî ne aram e.
Li nevenda navçeya Raco di 19ê mehê de hejmarek ereb yên piştevankirî ji çekdaran ji ber sedemekê bêwate bi tundî li welatiyê kurd Mihemed Emîn Şêx Ebdî dan û peyvên dûrî ji pernsîpan bi wî re gotin
Li navçeya Raco welatiyekî hawirde bi regez ereb e, gotinên dûr ji rewiştê û bi welatiyekî kurd re kirin, serdem ew e ku welatiyekî kurd banga mafê xwe ji wî erebî kirbû.
Li gorî rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihandiye ku Sûheyb Salim Hemamê gotinên neşêrîn û xerab arastî welatiyê kurd yê bi navê Riyad Bekir kirin, ji ber welatiyên kurd banga pereyên xwe ji wî welatiyê ereb kiribû, nakokî navbera herdu aliyan de çê bû, welatiyê ereb bi ziman gefan bi welatiyê kurd re axivî.
Heman jêderê anî ziman ku welatiyê kurd xwedan dukan pêlavan e di bazara navçeya Raco de, welatiyê ereb bi qerz hin kelûpel li cem biribû, dema banga pereyên xwe kiribû, welatiyê ereb ku bi xwe karmendê xizmetguzariyan e di mizgetekê de kar dike, red kir peryan vegerîne.
Li gundê Kêla yê Bilbilê jî di 15ê Gulanê de li şûna ku çedkarên Feyleqa Mejid navbênkariya şerekî navbera kurdekî û ereban de bikin, bi tundî bi şêweyekî hobvane li welatiyê kurd Mihemed Elo dan û gotinên xerab arastey kirin.
Ev kiryar û binpêkirin di demekê de tê ku komîtek bi nave vegerandina mafan hatiye damezrandin, herweha çekdarên polîsan ku bi xwe ji komên çekdaran e bi nedadweran e danûstandinê dikin piraniya doseyan bê ku kurd bigihin mafên xwe ew dose têne girtin û veşartin.
Ş.E
.
411