Efrîn... 12 kes bûne qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Efrîn... 12 kes bûne qurbaniya bûyereke hatûçûnê

May 16 2021

ARK NEWS... Di rojên cejnê de, gelek bûyerên hatûçûnê rû didin, li Efrînê jî bûyereke tund rû da tê de 12 kes bûne qurbanî.

Bûyer li ser rêya Efrîn û Kefircenê çê bû, tê de çar kesan jiyana xwe ji dest da, û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî jêderên xwecihî eşkere kirine ku kesên jiyana xwe ji dest dane, ji yek malbatê ne û ji gundê Bur Ebdalo ne, lê nasnameya birîndaran diyar nebûye, herweha birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin da ku çareseriya xwe bibînin.

Ş.E

423