Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên mamosteyan parastî bin

Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên mamosteyan parastî bin

May 16 2021

ARK NEWS... Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh 15ê Gulana 2021ê 59mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bi germî li tevahiya mamostayên Kurdistanê pîroz kir, hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî anî ziman: Erk û xebata perwerdeyî û xizmeta mamosteyan ya mezin ji bo nifşên Kurdistanê, bi bilindî û bi rûmetî dinirxînin ku li hemû qonaxan de bi dilsozî roleke berçav û mezin di perwerdekirin, pêgehandin û fêrkirina nifşên Kurdistanê de dîtiye, û di rewş û rojên dijwar û di nebûnê de di xizmet û perwerdekirina berdewam bûn û rê nedane proseya xwendinê raweste, ji bo wê yekê herdem cihê spas, destxweşî, rêz û pesnê ne.

Serokê herêma Kurdistanê bal kişand ser ku: Perwerdeya dirust bingeha sereke ya hemû civakeke zîndî û pêşketî ye ku mamosta rêberiya wê dikin. Niha û paşeroja nifşan emanetê mamostayan e lewra tekez dikin ku mamostayên Kurdistanê hêjayî xizmeta baştirin in û divê hemû mafên wan parastî bin.

Ş.E


409