Doza min li Kurdistanê ye, ne li Filistînê ye ( 3 )

Doza min li Kurdistanê ye, ne li Filistînê ye ( 3 )

May 15 2021

Doza min li Kurdistanê ye, ne li Filistînê ye ( 3 )

Mahir Hesen

Gelek pirsgirêkên siyasî û aborî, qeyranên mafên mirovan, û azadiyê li dewletên ku xwe bi mirovahiyê didin nasîn hene , wekî tirkî heya vê demê bi Israîl re têkilîdarin. Sedema xurtkirina têkiliyê dewletên ereb , û tirkî bi cihûya re çi ne ?!

Di van senaryoyan de aborî û ewlehiye dive , ev dewletên dagîrkerên kurdistan têkliyên xwe bi Israîl re nebirîne tevî banga erdogan ku dewletên islamî li Israîl xwe gij û tûj bikin, û rewşa filistîniya li ber çav bigirin. Di derbarê aboriya tirkan de, di rewşa heyî de lêçûnên pir mezin dide ji bo lêçûnên li ser seferberiya leşkerî ya derbarê berjewandiyê xwe de dixebite, lewma hebûna bazirganî digel Israîliyan bi rengek ku hilberînek mezine ji bo aboriya Tirkiya. Wateya min ev e , ku em kurd nebin bêkenok di bin navê mirovahiyê de.

Dewletiyên dagîrker tevgera xwe a bazirganiyê asteng nakin ji ber hebûna bergiriyên aborî û ewlehiyê, ku her pêşveçûna aborî asteng bibe , lêçûna dagîrkeriyê di encamê de tête diyar kirin.

Li ser vê bingehê, destpêkê dewleta xwe digihînin aboriyek bilind. divê di her şerî de û di her astê de bi leşkerî û zanistî bi ser bikeve, û bê guman heya ku dijmin ji mafên me yên serfiraziyê û serxwebûnê tu car bêhêvî nabin û berê me didin ber girava şerê Israîl û Filistîn.

Piştî damezrandina tirkî hêzek zehf di rojhilata navîn de , û pratîka cûrbicûr , terorran ji bo xwe bikar tînin û ev jî sedema ku dewleta wan di şeran de têk naçe, û dijberên wê jî bi ser nakeve.
Di heman demê de jî pêşkeftinên siyasî yên hin rejimên Erebî eşkere ne bi wan re, û ev dewletên xwedî berjewendî gelo li gel kirîza sûrî rawestiyane ku bi rojane sed kes jiyana xwe ji dest didin. Ma ev jî ne mirovahiye ?

Gotara xwe berdewam bikim di beşê çaran de

295