
PDK-Sê pirtûka "Ji bo Mêjû" dê bişîne Rojavayê Kurdistanê
ARK NEWS... Nivîsgeha peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê pirtûka ji bo Mêjû dê bişîne Rojavayê Kurdistanê.
Di lêdwaneke taybet de ji bo Rêbaz News Se'îd Umer berpirsê nivîsgeha peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê got, di çarçoveya berdewamiya xizmeta pirtûkxaneya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ew dê hejmareke mezin ji kopiyên pirtûka serok Mes'ûd ya ji bo Mêjû bişînin Rojavyaê Kurdistanê.
Berpirsê nivîsgeha peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê Se'îd Umer serbar: Ji ber giringiya pirtûkê di belgekirina bûyerên dîrokî yên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, weku partî, erk bû li ser wan ku vê pirtûkê ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê bişînin.
Ev cara yekem e ku pirtûka ji bo mêjû bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin, ku ev pêngav bû cihê dlixweşiyê li cem şêniyên Rojavayê Kurdistanê ji ber ku tu kopiyeke fermî ji pirtûkê li Rojavayê Kurdistanê peyda nedibû.
515