Nivîskarekî kurd: PKKê biryara kuştina min daye

Nivîskarekî kurd: PKKê biryara kuştina min daye

Apr 03 2021

ARK NEWS... Nivîskar, parêzer û siyasetmedarê naskirî yê Kurd yê Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Guçlu ragihand; wî agahdarî wergirtiye ku PKKê careke din biryara kuştina wî daye.

Îbrahim Guçlu li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand; PKKê biryara kuştina wî daye û ew plana PKKê eşkere bûye.

Îbrahîm Guçlu derbarê biryara PKKê ya kuştina wî de diyar kir: ''Li gor agahdariya fermî, li Enqereyê, ji bona PKKê operasyonek pêk hatiye. Di wê operasyonê de kesên hatine girtin, di lêpirsînê de axivîne û di heman demê de, belgeyek destnivîs jî li cem wan hatiye girtin. Gor agahdariyê diyar e ku PKKê piştî rawestandina me ya di derbarê kiryarên PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê meşand, hatiye girtin. Wek tê zanîn û di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de jî gelek bi firehî cîh girt, em çûn Dewleta Federe ya Kurdistanê.”

Guçlu eşkere kir: “Me wek heyetekê, li ser navê 400 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqzane, akademîsyen, karmend, nivîskar û hunermendên kurd yên li hemû dinyayê bi Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê ve danûstandin kir. Diyar e ku vê yeka, di PKKê de hejandin çêkiriye, ku biryara kûştina min daye. Li gor agahdariyê: Kesê min bikûje hatiye diyarkirin. Kesê min bişopîne û eşkere bike jî hatiye çespandin. Ewlehiya dewletê, wan kesan dizane lê ew kesan nehatine girtin.''

Kurdistan 24

469