Li Eşrefiya Efrînê teqînekê rû da

Li Eşrefiya Efrînê teqînekê rû da

Apr 13 2021

ARK NEWS... Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otombêlek teqiya, ziyan bi tenê madî bûn.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine ku duh otombêlek li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê li ser rêya Turindê teqiya.

Jêderê bal kişand ser wê yekê ku, ziyan bi tenê madî bûn, lê belê hûrguliyên teqînê eşkere nebûn ku ji encama teqîna mayînekê ye yan ew otombêl bombirêjkirî bû.

Ji dema Turkiyê û grûpên çekdar destê xwe ji Adara 2018an de danîne ser herêmê, di her demekê de teqînên terorî rû didin, di encamê de sivîl dibin qurbanî û mal û mulkên kurdan rastî ziyanê tê

Ş.E

261