Balafirên Turkiyê westgehên petrolê li R. Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên Turkiyê westgehên petrolê li R. Kurdistanê bombebaran kirin

Dec 24 2023

Şeva borî, firokeyên Turkiyê westgehek li başûrê bajarê Tirbe Spiyê û navendek li gundekî ser bi bajarê Dêrika R. Kurdistanê ve bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku firokeyên Turkiyê duh Şemiyê (23.12.2023) navenda petrolê ya gundê “Banê Şikeftê” yê bajarê Dêrikê yê R. Kurdistanê bombebaran kirin.

Şeva borî, firokeyên Turkiyê westgeha Uda ya li başûrê bajarokê Tirbe Spiyê kirin armanc û li gorî agahiyan, ziyan bi tenê madî bûne.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniya Turkiyê ragihand, ku wan dest bi êrîşên asmanî li ser bakurê Iraq û Sûriyê kiriye, ji bo wêrankirina 29 cihên ku di nav wan de şikeft û navendên petrolê yên ku endamên PKKê tê de mane.

Turkiyê di 5ê Cotmeha 2023an de dest bi operasyoneke asmanî ya leşkerî li ser bi dehan cih û navendên leşkerî li bajar û bajarokên R. Kurdistanê kir û di encamî de bi dehan kadrên PKKê hatin kuştin.

77