ENKSê li ser hilbijartinên rêjîma Esed daxuyaniyek da

ENKSê li ser hilbijartinên rêjîma Esed daxuyaniyek da

May 05 2021

ARK NEWS... Encûmena Niştşmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê hilbijartinên serokatiya rêjîma Sûriyê belav kir, tê de daxwaza dîtina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê kir.

Di daxuyaniyê de hat, ku di hevdemê êş û azarên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji kuştin, derbderê û hejarî, rêjîma Sûriyê rêya leşkerî ji xwe re hilbjartiye di binpêkirina şoreşa azadiyê de.

Rêjîma Sûriyê amadekariyên hilbjartinên serokatiya Sûriyê dike, hevdemê nebûna jîngeha ewlehî û aramî li deverê, ku piraniya gelê Sûriyê koçber û derbder bûne.

Di dawiya daxuyaniya ENKSê got ew weku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê weke yek ji pêkhateyên opozisyon û şoreşa Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dikin, ku li kêlek gelê Sûriyê rawestin, û van hilbjartinan binerin weke hilbjatnên nerewa û fişarê li ser rêjîma Sûriyê bikin, da ku guh bide li rêveberiya Navedewletî da ku çareseriyeke siyasî ji êş û azarên gelê Sûriyê bibînin û bidestxistina azadiyê ji gelê Sûriyê re.

260