Di teqînekê de 2 welatiyên Hesekê jiyana xwe ji dest dan
Sep 19 2018
Di teqîna mayineke çandî li gundewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê du kesan jyana xwe ji dest dan.
Ajansa SANA ya Rêjîmê belav kiriye ku di encama teqîna mayineke çandî de du şivanan nêzîkî gundê Tec yê rojhilatê Hsesekê jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji ber teqîna mayinên çandî ji paşmayên DA'IŞê û bombe û topên neteqandî bi sedan welatî bûne qurbanî serbarî ziyanên madî jî.
889