Di 2 rojan de, 3 car in Efrîn tê armanckirin

Di 2 rojan de, 3 car in Efrîn tê armanckirin

May 02 2021

ARK NEWS... Di her dem û demekê de, herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, bi top û mûşekan tê aramnckirin, û taxên tijî niştecî rastî mûşek û rûkêt û topên hawinan tên ku di van du rojên bûrî de cê caran hat armanckirin, ji bilî tomarkirina ziyanên madî, di encama toparan danê sibehê de ziyanên canî di refê sivîlan de hatin tomarkirin.

Îro ser sibehê, dîsa navebenda bajarê Efrînê bi hejmarek top û mûşekdan hat aramnckirin, tê de zarokekî jiyan xwe ji dest da û diya wê birîndar bû.

Jêderên ARKê ji nav bajarê Efrînê tekez kirin ku 6 mûşek hatin avêtin, piraniya wan mûşekan li nav zeviyên li ser rêya Cindirêsê ketin. Ku nêzkîk kampên derbiderên ereban e.

Derbarê ziyanan jêderê anî ziman ku zarokekî ji malbatên ereb, jiyana xwe ji dest da û diya wê jî birîndar bû.

Duh jî navenda bajarê bi hejmarek mûşek hat aramnckririn, ziyan bi tenê madî bû, bê ku ziyanên canî werin tomarkirin.

Li gor jêderên agahdar dane zanîn ku dema êvarê derdora demijmêr 4ê her yek ji taxa Pêşesaziyê û rêya Cindirêsê hatin armackirin. Herwha piştî wê bi çend demijmêran di dema fitaran de, dîsa her yek ji dosayda nû ku bi dusayda Mazût tê naskirin, û rêya Cindirêsê bi mûşekdan hatin aramckirin.

Ji aliyê xwe ve jêderên xwecihî tekez kirin ku Turkiyê û grûpên çekdar deverên di bin destê PYDê de kirin armanc. Di hûrguliyan de, her yek ji gundên Birc Qas û Meyasê yên navçeya Şêrawa ku ew gund tevlî 10 gundên din yên Efrînê di bin destê PYDê de ne, hatin tpobarankirin.

Ji bilî wê şerûpevçûn navbera çekdarên PYDê û grûpên çekdar yên hikûmeta Sûriyê demkî ya opozistona Sûriyê berdewam kir.

Ji dema ku Turkiyê destê xwe daniya ser herêma Efrînê 18ê Adara 2018an ku bajar û navçe û gundên wê ji bilî 12 gundan li navçeya Şêrawa xist bin dest xwe, ji wê demê ve nakokî û şerûpevçûn rû didin, derbarê aramnkirin bajêr bi topan, ev e ne care yekê ye, ku tê aramncikirin, aliyê ku herî ziyan digihe welatiyên sivîl in.

Ş.E

298