Jêderek: Rewşa tenduristî ya Arînê xerab e
ARK NEWS... Ji beriya çar mehan ve ji dema ku Nîdal Îbo ji encûmena Minbincê cuda bûye, li ser weşana zindî li ser torên civakî derket, û behsa gendeliya berpirsên encûmenê kirbû, ji wê demê ve 9 ji endamên malbata wî weke dîl û rehîne hatine girtin. Ta niha jî tu agahî li ser wan tune ne.
Di vê derbarê de Dr Lezgîn Îbo li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir ku tendirustiya yek ji revandiyan ku bi navê Arînê ye bi tenê sê salî ye xerab e.
Navbûrî tekez kir ku Arîn ji nexweşiya kulbûna gurçikan dinalî, û neha jî rewşa wê ye tenduristî ne aram e.
navê endamên malbata ku hatine revandin ev in:
Mehmûd Îbo 60 salî
Heyfa Hoşo
Rêzan Îbo 24 salî
Ehmed 16 salî
Mihemed 14 salî
Emîra Betran 23 salî
Hersê zarok Mehmûd yê 6 salî
Lezgîn 4 salî û Arîna 3 salî.
Ş.E
247