Kurdekî Efrînê ji ber eşkenceyê şehîd bû, dayîk û birayê wî ji qehra re mirin
ARK NEWS... Tracîdiya ku li herîma Efrînê hîn bi dawî nehatiye, tu roj derbas nabin bê ku rewşeên binpêkirinan di dermafê kurdên li ser axa xwe mane de, werin tomarkirin, ji wan serpêhatiyan, 3 ji yek malbatê di demeke kurt jiyan xwe ji dest da, yek ji wan piştî ku rastî eşkenceyê hat di zîndanên çekdaran de şehîd bû, û dayîk û birayê wî ji xemgînî û qehra re jiyan xwe ji dest da.
Di hûrguliyên tawanê de, rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku welatiyê bitemen Zekî Elî Hemkero, yê 62 salî di 23ê Çileya îsal de li kampên Şehbayê çû ber dilovaniya Xwedê, sedema jiyanjidesta wî ew e, ku ji malbat û zarokên xwe yên li gundê Kurzêlê yê Efrînê dûr bû, û ji ber rêgiriya PYDê ji vegera derbiderên Efrînê re ku navbûrî yek ji wan e, ji xemgîniya dûriya malên xwe çû ber dilovamiya Xwedê.
Piştî ku Zekî jiyana xwe ji dest da, dayîka wî ya bi navê Zelûh Reşîd ya 80 salî, ku bi xwe li gund bû, ji ber ku nikarîbû merasîmên bixakspartina kurê li Şehbayê amede bibe, û ji ber têkçûna rewşa derûnî û tendirustî û şewata li ser kurê xwe, ew jî di 9 Nîsana îsal de çû ber dilovaniya Xwedê.
Rêxistina mafî mirovan li Efrînê tekez kir piştî heftiykê ji mirina wê Yehya yê 50 salî xwest ku mala dayika xwe bide kesûkarekî xwe lê ew yek ne bi dilê çekdarên Ehrar Elşam, bû, lewma Yehya Elî Hemkero hat revandin, ji bilî ku gotin û axaftinên dûr ji rewştê jê re hatin kirin, rastî lêdan û eşkenceyê hat, piştî ku serbest hat berdan, ji ber eşkenceyê bi sê rojan jiyan xwe ji dest da û şehd bû.
Rêxistinê di dawiya rapota xwe de tekez kir kiryarên ku çekdar pê radibin, û binpêkirin û zêdegaviyên di dermafê şêniyên kurd de têne meşandin , bi şêweyekî pilankirin têne encamdan.
Ş.E
491
