Hemahengiya navbera rêjîm û PYDê de jibo hilbijartinan .

Hemahengiya navbera rêjîm û PYDê de jibo hilbijartinan .

Sep 14 2018

Biryara di 16ê vê mehê de hilbijartinên Encûmenên xwecihî li seranserî Sûriyê ji bo careyekê ji kirîza Sûriyê were li darxistin .

Li ser biryara serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed hijmara 2014 bo sala 2018 wê hilbijartinên endamên Encûmenên xwecihî li Sûriyê wê werin li darxistin piştî ku du salan hate paşxistin ku biryar bû di destpêka 2016an de hatiba li darxistin .

Li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê tevî ku çekdarên PYDê idiya dikin ku ew rêveberiya wan deveran dikin lê hindek gotin hatin belavkirin ku wê hilbijartin li bajarên Kurdistana Sûriyê jî were li darxistin .

Di dema danûstandin di navbera çekdarên PYDê û rêjîma Sûriyê hatin pêkanîn Rêjîmê razîbûna xwe bi beşdariya Encûmena Sûriyaya Demokratîk ya bi ser PYDê ve di hilbijartinên şaredariyan û bi hildana ala rêjîma Sûriyê di hemû deverên di bin kontrola çekdarên PYDê de diyar kir .

Beriya niha jî Sîpan Hemo serkirdeyê çekdarên PYDê di dema civîna xwe bi parêzgarê Hesekê lîwa Cayz Elhemûd Elmûsa re piştigiriya xwe ji lidarxistina rêjîma Sûriyê ji hilbijartinên şardariyan re diyar kiribû .

Li bajarê Efrînê jî lîsteyek kandîdan ji bo hilbijartinên rêjîmê hate belavkirin tevî ku ew bajar di bin kontrola girûpên çekdar de ye .

598