Endamekî PDK-Sê bi koronayê çû ber dilovaniya Xwedê

Endamekî PDK-Sê bi koronayê çû ber dilovaniya Xwedê

Apr 15 2021

ARK NEWS... Îro danê sibehê, endamekî encûmena şaxî ya Partiya demoqrata Kurdistan – Sûriya çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar Elî Reşîd Umer, endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê piştî ku bi koronayê ketibû, li gundê Dêrona Axê yê derdora Dêroka Rojavayê Kurdistanê jiyana xweji dest da.

Xebatkar jidayîkbûyê sala 1962an e, di sala 1976an de tevlî partî bûye, di jiyan xwe de bi dilsozî û wefadarî kar û xebata xwe dikir.

Biryar e li zêdê xwe li gundê Dêrina Axê bi axê were spartin.

Ş.E

671