Serok Barzanî ji kurdên Êzîdî re: Rê nedin tu dengan ziyanê bi nasnameya we bigihînin
ARK NEWS... Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta cejna serê sala Êzdî (Çarşema serê nîsanê)
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala olî ya Êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzdî dikim û hêvîdarim ev helkeft destpêkek bê ji bo dawîhatina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û li aramî û aştiyê da cejn û helkeftên xwe bikin.
Li vir da ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe ya li çaresernebûna rewşa Şingalê û venegeriyana koçberan, ewe tekez dikim ku bi tevahî palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzdî me û daxwaz jî dikim yekrêziya navxweyiya biparêzin û rê nedin dengên bela vela û xerîb ziyanê bi nasname û maf û ol û paşeroja wan bigihîne û pêwîst dike hemû bi yekgirtî ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir û mikur bin.
Bimînin bi xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
13.04.2021
526
