Baregeha Barzanî bi koçbarkirina xebatkar Hesen Sofî nameyek belav kir

Baregeha Barzanî bi koçbarkirina xebatkar Hesen Sofî nameyek belav kir

Apr 03 2021

ARK NEWS... Baregeha Barzanî nameyek sersaxiyê bi bo koçadawiya kesayetiya diyar yê Rojavayê Kurdistanê Hesen Abdulla Sofî
belav kir. Naverok ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan, malbat û kesukar û hevalên Hesen Abdulla Sofî
Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşer û niştimanperwerê diyarê Rojavayê Kurdistanê birêz Hesen Abdulla Sofî me bihîst.

Li xebata neteweyî û niştimaniya gelê Kurdistanê de, birêz Hesen Abdulla Sofî xizmeteke ber bi çav li pirsa mîlletê xwe kiriye û li rêzên Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye, herdem dakokîkareke bihêzê pirsa neteweyê xwe buye.
Bi vê helkefta xemgîn de, pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukar û heval û dostên xwedê jêrazî Kake Hesen Abdulla dikîn, xwe bi hevbeşê xema hemû aliyek dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike, hedar û aramiyê bi malbat û kesukar û heval û dostên Kekê Hesen Abdulla Sofî bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Baregeha Barzanî
02.04.2021

396