ENKSê teqîna Efrînê şermezar kir, û bang li Turkiyê kir ku berpirsiyaretiyê hilgire

ENKSê teqîna Efrînê şermezar kir, û bang li Turkiyê kir ku berpirsiyaretiyê hilgire

Feb 01 2021

ARK NEWS... Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, teqîna bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir, û ji Turkiyê xwest ku berpirsiyaretiyê hilgire, herweha çekdaran ji bajaran derxîne û binpêkirina rawestîne.

ENKSê di daxuyaniya xwe de got: Roja 30 Çileya 2021ê de careke din, bajarê Efrînê bi teqîneke terorî hat armanckirin, ku otombêlek barhilgir tişî madeyê bombirêjkirî, li taxa Pêşesaziyê teqiya, di encamê de bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbanî, herweha ziyanên mezin gihiştin dukan û avahiyên derdora cihê teqînê.

ENKSê da zanîn ku ew teqîn rewşek ji metirsî li ba dukandarên taxê, û nişteciyên Efrînê li bajêr û seranserî herêmê afirand. Herweha heman teqînên terorî li bajarê Ezazê û hin bajarokên din jî çê bûn, di encama wan teqînan de jî bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

ENKSê di daxuyaniya xwe de, kiryarên terorî û tawanbar û pêkînerên wê li Efrîn û bajarokên din bi tundî şermezar kirin, di heman demê de piştevaniya xwe ji bo malbatên qurbaniyan re da diyarkirin, û bang li Turkiyê kir ku berpisiyaretiya dabînkirina ewlehî û aramî weke welatekî destê xwe daniye ser wan bajaran, hilgire.

ENKSê herweha bang li Turkiyê kir ku grûpên çekdar ji cihên niştecîbûnê derxîne, û binpêkirinên berdewam yên di dermafê şêniyên resen de rawestîne, ku ew binpêkirina li dijî biryarên navdewletî, û prensîpên mafê mirovan in.

Teqîna Efrînê roja Şemiyê çê bû tê de 36 kes navbera kuştî û birîndar ketin, di nav birîndar an de navê 3 Kurdan hat eşkerekirin.

Piştî wê bi rojekê teqîn li bajarê Ezazê rû de, bi dehan welatiyên sivîl di nav wan de, zarok jî hebûn bûne qurbanî, ta niha tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye û berpisiyaretiya xwe ranegihaniye û nexistiye stûyê xwe de, lê ji dema Turkiyê û çekdaran destê xwe danîne ser wan bajaran her dem û demekê teqînên terorî rû didin.

Ş.E

319