Serok Barzanî sersaxî bi koçadawiya Pêşmerge Mustefa Amêdî belav kir

Serok Barzanî sersaxî bi koçadawiya Pêşmerge Mustefa Amêdî belav kir

Apr 03 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî peyamek bo koçadawiya Pêşmerge û xebatkar Mustefa Amêdî belav kir.

Serok Mesûd Barzanî got: Bi xem û kovaneka mezin nûçeya oxira dawî ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û Pêşmergê her du şoreşên Eylûl û Gulanê (Mustefa Husên Mihemed Amêdî) naskirî bi Midîr gihîşte min.

Da zanîn: Mustefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê madalya Barzanî û wefadarê rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pê xemên doza miletê xwe terxan kir û mînaka mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî derdaneke mezin e.

Ameje kir: Sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarên xwedê jêrazî û hemî xebatgêr û Pêşmergên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Di dawiya nameya xwe de got: Daxwaza min ji Xwedayê mezin ew e ruhê xwedê jêrazî Mustefa Amêdî bi buhişta fireh şad bike û hedar bide hemî aliyekê.

305