Papayê Pîroz ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî: Xweşhal im ku li vir hevdu dibînin

Papayê Pîroz ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî: Xweşhal im ku li vir hevdu dibînin

Mar 07 2021

ARK NEWS... Berî nîvroya îro yekşem 07.03.2021 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Papayê Pîroz Fransis, Papayê Vatîkanê kir. Li dema daketinê de Papayê Pîroz destên xwe ji bo axê dirêj kir û bi Serok Nêçîrvan Barzanî got: Xweşhalim ku li vir hevdû dibînîn.

Paşê li civînek da ku rêzdar Mesrûr Barzanî Serok Wezîr, Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serok, Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîr û Muna Qehweçî Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Papayê Pîroz kir û got: Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokiya mezine, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane.

Li beşeke dinê axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Me baweriyeke tevahî bi azadiya olî û fireh olî heye. Lêborînî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatan, nasname û çandeke kevnar û dêrîn ya Kurdistane, bi hemû awayekê parêzgeriyê li wê çandê dikîn. Em herdem li gel aştî û diyalogê ne, teror û tundiyê red dikîn, tu demekê rê nadîn hîç pêkhateyeke olî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibê qurbana teror û tundiyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: Pêkhatên Kurdistanê çendîn salên zêdeye pêkve rûbirûyê dîktatorî û terorê bûne. Pêkve qurbaniyeke gelek mezin dane. Me hemûyan pêkve paşarojeke hevbeş heye. Em hemû ji bo paşerojeke hevbeşê baştir, pêkve kar dikîn. Firehî û pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendin. Em naxwazin Mesîhî û Êzdî û hîç pêkhateyek koç bikin û welat bi cîh bihêlin.

Li beşeke dinê axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Mesîhî pêkhateyeke resen û serekiyê Kurdistanê ne, civakeke aştewayîne, wan roleke mezin li avakirin û pêşxistin û parastina welat da dîtiye û dibînin. Çi ji destên me hatiye, ji bo parastina wan me kêmasî nekiriye.

Li dawiyê de jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana cenabê we bereket li gel xwe da tîne. Ji bo yarmetîdana Kurdistanê û pêkhatên wê li hemû rûyek ve çavê me li niza û dua û piştgîriya we ye.

Ji aliyê xwe ve Papayê Pîroz li beşeke dinê axaftina xwe de got: Gelek spas ji bo wê pêşwaziya we ya germ dikîn. Demeke dirêje min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim û xweşhalim ku îro bi dengê vexwendina we ve hatim. Gelek pêzanînên min heye ku ji bilî wê yekê hûn li şer da bûn, lê belê we pêşwaziyê li koçberên Mesîhiyên li Mûsil û Deşta Nînowa û Qereqûş û li pêkhatên din kir. We Mesîhiyan himbêz kiriye.

Her wiha Papayê Pîroz got: Ez hatime heta pêkve li gel we dua ji bo we û ji bo Mesîhiyan û ji bo hemû mirovayetiyê bikîn. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide, lê belê we bi reseniya xwe xizmetê kir û we pêşwaziyê li koçber û pêkhatên din kir. Şer rûxandin û wêrankirine, lê belê we dijminê têkbir û hûn welatê xwe avadan dikin.

Li beşeke dinê axaftina xwe de Papayê Pîroz got: Ez hatime vê axê pîroz bikim. Hûn pakin, we destê dilovaniyê ji bo hemûyan dirêj kiriye, ji bo min jî dua bikin. Spas ji bo we ku hûn li gel hemû olan û hemû pêkhatan de dikin. Li Kurdistanê azadî berqerare. Dûbare spas ji bo pêşwaziya germ û mîhvandariya we.

Ji malpera fermî

389