
Rêjîm li Girkê Legê û Êndîwerê ye
Rêjîma Esed Encumenên xwe ji bo Rêveberiya Xwecihî ji Êndîwer ta Hesekê ava krin, tevî ku Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê idî'a dike ew navçeyê bi rêve dibe û ji havîna sala 2012an ve idî'a dike wê Rêjîm ji navçeyên Kurdistana Sûriyê derxistiye.
Li gorî biryarekê bi hejmara 51ê ya şaxê Hesekê yê partya Elbe's ya Rêjîma Sûriyê mêjoya 12.09.2018an, ku piştî cvînekê li gel şaxên partiya Elbe's li seranserî navçeya Czîrê ya Kurdistana Sûriyê, Encumenên bajar û bajarokan li seranserî parêzgeha Hesekê angu navçeya Cizîrê hatin avakrin, hemû endamên wan encumenan bi xwe endamên partya Elbe's in.
Şaxê partya Elbe's li Hesekê li ser rûpela xwe ya fêsbûkê lîsteya navên endamên Encumenên Rêvebirya Xwecihî yên bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê belav kirine, di nav de Êndîwer, Dêrik, Girkê Legê , Til Koçer, Çilaxa û hemû bajar û bajarokên din yên Kurdistana Sûriyê.
Lidraxistina hilbijartinên Rêveberiya Xwecihî û avakirina encumenên şaredariyan hevdemî wê yekê tê ku PYDê Idî'aya girtna berbijêrên Rêjîmê ji bo wan hilbijartinan dike û dibêje piştî sozên nivîskî bi nebejdarbûnê wê ew berbijêr serbest berdane.
Sibeha îro Rêjîma Esed dest bi hilbijartinên Rêveberiya Xwecihî li seranserî Sûriyê kir, 40 hezar berbijêr ji bo wergirtna 18478 kursiyan hene, 88 fermangehên hilbijartnan û 6551 navendên hilbijartnan li ser asta Sûriyê hene, ji wan 770 navend li navçeyên parêzgeha Hesekê hatine belavkirin, li gorî ku Wezarta Rêveberiya Xwecihî ya Rêjîmê ragihandiye, biryar e ew hilbijartin demjimêr 7ê êvarê bi dawî bên.
608