Çekdarên PYDê keçeke 17 salî li gundewarê Dêrikê revand

Çekdarên PYDê keçeke 17 salî li gundewarê Dêrikê revand

Mar 03 2021

ARK NEWS... Îlham, Mihmemd Emîn, keçeke Kurd e, ji xelka bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji 1ê mehê ve hatiye revandin û ta niha tu agahî li ser tune ne.

Îlham Mihemed Emîn, ji beriya du rojan wate ji 1 adarê ve roja Duşemê ve, hatiye revandin, û ta niha tu agahî li ser tune ne.

Li gor jêdereke ji ARKê re tekez kiriye, beriya keçik were revandin, otombêla çekdarên PYDê li derdora mala wê dihat dîtin.

Heman jêderê ameje kir ku keça kurd, ji gundê Şekir Xacê yê ser bi Dêrikê ve ye, temen 17 sal in ji dayîkbûya 2003yan e.

Ş.E


653