Fermandeyekî opozisyonê gefa operasiyoneke leşkerî dide

Fermandeyekî opozisyonê gefa operasiyoneke leşkerî dide

Dec 09 2018

ARK NEWS .. Endamekî şanda opozisyona Sûriyê yê çekdarên Artêşa Azad ji bo danûstandinên Esîtana ragihand ku ew amedene operasiyoneke leşkerî li ser deverên kurdî li Kurdistana Sûriyê pêk bînin.

Endamê şanda opozisyona Sûriyê yê çekdarên Artêşa Azad eqîd Ehmed Osman di hevditînekê de ji Ajansa Anadol re da zanîn ku çekdarên Artêşa Azad amedene wekû çawa operasiyon li Efrînê û Mertala Feratê pêk anîbûn heman operasiyonê li Rojhilatê Feratê û deverên din yên kurdî li Kurdistana Sûriyê pêk bînin.

Osman serbar kir ku hebûna Emerîka li divera Rojhilatê Feratê û piştevaniya wê ji çekdarên PYDê re sedemên serekene ji bo paşxistina pêkanîna operasiyonê li deverê.

Herwiha got ew bi hêvî ye ku danûstandin derbarê derxistina çekdarên PYDê ji deverên Rojhilatê Feratê yên Kurdistana Sûriyê di navbera Waşinton û Enqera de werin lidarxistin.

Beriya niha jî ragihandina Turkiyê eşkere kiribû ku çekdarên Artêşa Azad yên hevpiyman bi Turkiyî re dest bi amedekariyên xwe ji bo pêkanîna operasiyoneke leşkerî li ser Rojhilatê Feratê kirine.

Ji aliyê xwe ve Turkiya bi behaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî ji çekdarên PYDê di gefên xwe de bi pêkanîna operasiyoneke leşkerî li ser deverên kurdî li Kurdistana Sûriyê yên sînorî bi Turkî re berdewame.

Ku di riya wê behaneyê de hijmarek ji gundên sînorî bi Turkî re li Kobanê û Herêma Cezîrê topbaran kiribû û di encam de hijmarek şehîd û birîndar ketibûn.

Ev gefên Turkî û amedebûna çekdarên Artêşa Azad ji bo pêkanîna operasiyoneke Leşkerî li ser deverên kurdî dibe cihê metirsî li cem welatiyan bi taybet welatiyên gundên sînorî û neçar dibin berê xwe bidin deverne din da ku xwe ji balefer û topan biparêzn .

Delal Xelîl

746