PKKê hemahengiyê derbarê şerê Efrînê de bi turkiyê re dikir
ARK NEWZ ... ji dema ku PYDê hate ser deshelatdariya Efrîna Rojavayê Kurdistanê û dest bi sepandina bacan ser welatiyan kir bi navê Kolandina tonel û xendeqan dako xwe ji bo her şereke ser deverê ji aliyê DAIŞ , Nusra , Girûpên opozisiyonê herwiha artêşa Turkiyê biparêze .
Di çarçoveya 7 salan de dest bi kolandina tonel li gund û navçeyên Efrînê kir ku li gor hin çavdêran bi melyon dolar ji bo wan tonelan hatin terxankirin .
Ji despêka êrîşa Turkiyê ser Efrînê hemû agahî û zanyarî derbarê wan tonelan de gihiştibû sêxureya Turkiyê û pilan û demoxrafiya wan xendeqan li cem artêşa Turkiyê bûn û ew jî di riya 40 serkirdeyên PKKê yên li Efrînê bûn .
Husam Eldîn Elewak emîdê ji çekdarên Sûriya Demokratîk QSDê cûdabûyî ji ARKê re tekez kir ku 40 serkerdên PKKê têkilî û peywendiya wan bi sêxuriya Turkiyê re hebû û piştre berê xwe dan Turkiyê û bi wan re bi melyonan dolar ji pereyên Efrîniyan hebû ji wan heval Begdaş bû û bi xwe danpêdan kiribû ku pere ji tabloyên otombîlan û bacên sepandî komkiribû herwiha hin jiwan 4 melyon dolar û 3 melyon dolar û yê herî kêm 300 hezar dolar dizîbû û bi xwe biribû .
Ewak herwiha navê hin serkirdeyên ku zanyariyên tonelên çiyayê Parsê û Efrînê dabûn Turkiyê û ji Efrînê reviya bûn û bi xwe re bi melyon dolar dizîbûn eşkere kir û ew jî evin heval Hetir û heval Siyamend û heval Zagros heval Egîd heval Tolhildan heval Ciya Efrînî heval Sidîqî Îranî heval Sêfedîn heval Cemal heval Şihab heval Ceger .
Efrîna Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya 58 rojan de rastî şer û pevçûnên giran herwiha topbarankirin û bombebarankinê hatibû û di encam de di hezaran jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran malbat ji Efrînê derketin û berê xwe dan derdora Helebê .
Ş.E
686
