Jinên Kurd li gundê Kaxirê yê Efrînê xwepêşandanek li dijî çekdaran li dar xist

Jinên Kurd li gundê Kaxirê yê Efrînê xwepêşandanek li dijî çekdaran li dar xist

Feb 05 2021

ARK NEWS... Li gundekî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hejmarek jin xwepêşandanek li dar xist, tê de banga derxistina çekdaran kir.

Li gundê Kaxirê yê ser bi navçeya Mabeta ya Efrînê, jinên Kurd xwepêşandanek li dijî kiryarên çekdaran li dar xist, tê de banga derxistina çekdarên Emşat û bidawîhatina diyardeyên çekdarî kir.

Li gor jêderên xwecihî dane zanîn ku şandek ji komîta rawestandina zordaî û vegeranina mafan serdena gund kiribû, lewma jinên gund ew xwepêşandan saz kir.

Ji beriya çend rojan ve, çekdarên Emşat hejmarek welatiyên Kurd revandinbûn, û bi şêweyekî tund dabûn bin eşkenceyê, ji ber lêdana tund, hin ciwan rastî şikestinê di canê xwe de hatibû, û ji bo nexweşxaneyê hatibûn veguhestin.

Gundê Kaxirê gundekî ser bi navçeya Mabeta ve ye, zêdetirî 400 mal tê de ye, ji dema şerê Efrînê û ya niha di bin destê çekdaêrn Emşat de ye, ji wê demê ve heta niha bi sedan welatiyên gund, rastî revandin, desteserkirin, û eşkenceyê hatine, herweha mal û mulkên wan jî hatine desteserkirin.

Ş.E

303