Agirê bi Çiyayê Hawarê yê Efrînê ketiye hîn jî vêketiye û nehatiye vemirandin

Jun 06 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê piroseya şewitandina dar û zeviyan berdewam e, ya herî dawî jî agir bi Çiyayê Hawarê ket.

Jêderek taybet ji gundên Efrînê nexwest navê wî were eşkerekirin taybet ji ARKê re ragihand ku duh dema piştî nivro agir bi Çiyayê Hawarê li ser bilindahiya Gundê Şêx Ehmed û gundê Çiyê yên navçeya Raco ket.

Heman jêderê da zanîn jî ku di encama wî agirî de hijmarek mezin ji darên çiyayî şewitîn, û heta niha ew agir vêketiye û berdewam e.

Beriya çend rojan agir bi daristana gundê Tetera yê Cindirêsê ket û li gor Tîma Berevaniya Sivîl tekez kiriye ku agir sê roj û sê şevan vêketîbû, û derencamên wê ew bû ku bi sedan dar şewitîn.

Ş.E

463