Termê şehîd Hecî ciwanê Kobanê piştî Du salan li Reqayê hat dîtin
Sep 01 2018
Piştî derbasbûna Du sal û Şeş rojan ji terorkirina ciwanê Kobanê yê bi navê Hecî Elî Îsa ji aliyê terorîstên DAIŞê ve malbata şehîd Hecî termê wî li gundê Ekêriş yê ser bi bajarê Reqayê ve dîtin û termê wî ji bo zêdê wî li gundê Bîr Nasir hate veguhestin û bi xakê sipartin.
Şehîd Hecî Elî Îsa dema kontrolkirina rêxistina DAIŞê ji gundewarên Kobanê re aliyê terorîstên DAIŞê va hatibu girtin .
Û piştî demekê di vîdyoyekê de ji aliyê heman rêxistina navbûrî ve bi Çar kesan re hat terorkirin.
703
