Elmanya xwe amade dike ku “tawnbarên” Sûriye û Efxanistanê dersînor bike

Elmanya xwe amade dike ku “tawnbarên” Sûriye û Efxanistanê dersînor bike

Jun 24 2024

Di dawiya civîna ku sê rojan li bajarê Potsdamê de brdewam kir, li hev hat kirin ku " tawnbar" û "gef"ên Îslamî ji bo Efxanistan û Sûriyeyê bên dersînorkirin.

Rojnameya "Bêld" ya Elmanî li ser zarê Wezîra Navxweyî ya Federal Nancy Feyzer ragihand ku wê berî niha bi çend dewletan re li ser vê mijarê gotûbêjan kir.

Ji ber ku niha ti pêwendiya Elmanya bi hikûmeta Beşar Esed re nîne, goman heye ev dersînorkirin bi rêya welatên cîran re were rêkxistin.

Feyzer got: "Ji bilî zelalkirina mijarên prakitîkî, ji nû ve nirxandina rewşa welatê Erebî ji bo Sûriyê jî pêwîst e."

Fayser tekez kir, "Me hemûyan heman berjewendî heye ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî li Elmanya." Herwaha ragehand, di demek nêzîk de dê proje yasaya dûrxistina kesên ku bi tawana fitnekirinê radibin were pêşkêşkirin.

Serbar kirk "di pênc mehên yekem ên îsal de, 103,467 kesan cara yekem e navên xwe li nivîsgeha Federal a Koçberî û Penaberan tomar kirin - li gorî sala borî 17,6 ji sedî kêm bûye," wê got jî, ku sedema kêmbûnê kontrolkirina li ser sînorên Polenda, Çîk û Swîsreyê hatine sepandin e.

Herweha "Brêtanya penaxwazên ku bi rêyên neqanûnî derbasî welêt bûne, dê veguhêze Ruanda, lê di heman demê de parastinê ji bo wan peyda dike.

43