Girjî û alozî dîsa navbera PYDê û rêjîmê de derketin

Girjî û alozî dîsa navbera PYDê û rêjîmê de derketin

Feb 03 2021

ARK NEWS... Piştî çend rojan ji girjî, nakokî û aloziyan navbera Asayîşa PYDê û çekdarên rêjîma Sûriyê, ku duh asayîşa PYDê ragihdibû, ew girjî û nakokî bi dawî hatin, lê îro careke din liv û tevger navbera herdu aliyan de, dest pê kirin.

Asayîşa PYDê di gongireke rojnamevanî de tekez kiribû, ku dorpêça li ser çargoşeya ewlekarî li herdu bajarên Qamişli û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê rakir. Da zanîn ku wan rê da ku alîkariyên mirovî derbasî wan taxan bibin.

Ji aliyê xwe ve, jêderên xwecihî tekez kirin ku careke din çekdarên PYDê rêbendên xwe derdora taxên çargoşeyên ewlekarî danîn, û dîsa rewşek nearamî çê bû.

Ş.E

266