Li Efrînê hîn jî çarenivîsa 600 welatiyên Kurd ne diyar e

Li Efrînê hîn jî çarenivîsa 600 welatiyên Kurd ne diyar e

Jan 05 2021

ARK NEWS... Ji sala 2018an ta destêka sala 2021ê di çarçoveya sê salan de bi hezaran ji welatiyên kurd li herîma Efrînê yê Rojavayê kurdistanê hatin girtin û revandin, tevî serbest berdan piraniya girtiyen li hember dane pereyan lê hîn bêtir ji 600 welatiyên kurd bê çarenivîs in, û di zîndanên girûpên çekdar yên destê xwe danîne ser herêmê, û zîndanên Turkiyê de ne.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raporteke xwe di 1ê Çileya 2021ê de nûtirîn amara girtî û revandiyan belav kir tê de tekez kir tevî di vê dema dawiyê de bi dehan welatî serbest hatin berdan lê hîn jî 600 welatî girtî ne. Ji wan 200 kes di çareçoveya 2 mehên bûrî de hatin revandin.

Dezgeha Azadiya Rojavayê Kurdostanê ARKê karîbû xwe bigihîne çend malbatên girtiyen bang û hawara xwe li aliyên navdewletî, û rêxistinên mirovî yê cihanî û aliyên peywendîdar dikin ku çarenivîsa kurên wan dirayr bikin. Heman malbatan, xwestin ku fişar û guvajê li ser Turkiyê, û hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên opozisyona Sûriyê, herwiha hikûmeta Sûriya demkî bikin ku çarenivîsa wan revandiyan diyar bikin.

Rêxistina mafê mirovan di raportên xwe de eşkere kir ku piraniya revandiyan, ji bo zîndanên Turkiyê hatine veguhestin, û di dadgehên nefermî de hatin dadgehkirin, beşek ji wan bi ta dawiya jiyanê û beşek bi sizeyên tund û dijwar hatine dadgehkirin.

Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet ji ARKê re tekez kir ku hilmeta girtinê bi destêpa sala nû de berdewam dike, derdora 10 kesan hatin binçavkirin. Li gor heman jêderê ronî xiste ser ku: Tometa wan xizmetkirina di dema rêveberiya PYDê de ye, û bac weke fidiye li hember serbesberdana wan destnîşan kirine, herwiha li hin cihan tometa encamdana teqînan jî hatiye sepandin.

Di nav wan 600 welatiyên kurd de, ji her nivşekî tê de ne Çalakvan tekez dikin ku ew tomet wek çekekê ji xwe bi kar tînin da gujmek pereyan bi dest xwe ve bînin. Di dawiya sala bûrî de netewên yekgirtî raportek belav kir tê de got ku tawanên cengî li Efrînê hatine encamdan, nexasim tekezî li ser girtiyên ku ji Efrînê ji bo Turkiyê têne veguhestin kir, û weke tawaneke cengî bi nav kir.

Tevî raporta netewên yekgirtî, û bangên herdem ji rêxistênên xwecihî, û cîhanî, lê Turkiyê û çekdar li ser nediyarkirina çarenivîsa revandiyan rijd in, damezrandina Komîta vegerandina mafan û rawestandina zordaî û stemkariyan jî bi tenê weke nav e, û tu kar û rola wan li ser erdê tune ye.

Ş.E

352