Li Qamişlo ji ber ava nepaqij hejmarek kes bi jehrê, zikçûn û verşînê ketin

Li Qamişlo ji ber ava nepaqij hejmarek kes bi jehrê, zikçûn û verşînê ketin

Nov 06 2023

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek kes bi jehrê ketin.

Jêderên xwecihî îro 6ê Mijdara 2023yan, dane zanîn ku li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, ji ber vexwarina ava xerab, hejmarek kes bi jehrê, zikçûn û verşînê ketin.

Jêderan amaje pê kirine ku ji ber tevlîbûna torên ava jêrxaneyan (Ava nepaqij û gemarî) bi hêlên ava vexwarinê yên malan re, ev yek çêbûye.

Jêderan tekez kirin ku zarok bêtir rastî van nexweşiyan hatine, ji nexweşxaneyên bajêr re hatine veguhestin.

Jêderan anîn ziman ta niha hin nexweş di nexwşxaneyan de ne, çareseriya xwe dibînin, û ew yek hişt ku şêniyên taxê avê ji xwe re bikirin û jê venexwin.

83