PKK û BANGAWAZIYA YEKÎTÎ

PKK û BANGAWAZIYA YEKÎTÎ

Jan 02 2021

PKK û BANGAWAZIYA YEKÎTÎ
Metîn Pîranî - Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî


PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike. PKK ku ji damezrandina xwe ve daxuyaniyên bi vî rengî dide, bi devkî an jî pratîkî ragihand ku her carê ji ber sedemên cûda bi cûda danûstandinên yekîtiyê diqedin.

Lêbelê, ev sê meh in, digel peyvên yekîtiyê êrişa li dijî Hêzên Pêşmerge li Navçeya Federal a Başûrê Kurdistanê, sabotekirina boriyên nefta dike û her wiha gef û tehdîdên xwe jî kêm nake. Carcarinan ew hîn bêtir pêşve diçe û rêveberên Hikûmeta Kurdistanê bi xiyanetê sûcdar dike.

Di van êrîşan de bi dehan pêşmerge şehîd û birîndar bûn û ziyanên darayî yên bi sed mîlyonan dolar ji ber êrişên li ser boriyên neftê çêbûn. Mixabin, van tiştan hemî piştî daxwazên yekitiya neteweyî di asta herî bilind de pêk hatin.

Digel zimandirêjî û êrîşên dijminane ku li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê didomînin, di heman demê de dezgehên ragihandinê yên girêdayî PKKyê, li dûrî exlaqê siyasî û nirxên Kurdî, girseyên xwe û rayagiştiyê li dijî Hikûmeta Kurdistanê û serokên wê radiwestînin û provoke dikin.

Heger em van tiştan hemî bidin aliyekê û yên ku divê PKK bike di bin çend sernavan de pêşkêş bikin:

1- Di encama êrîşên çend mehên dawiyê de bi dehan PÊŞMERGE şehîd û birîndar bûn û bi sed mîlyonan dolar ji ber êrişên PKKê zirarên maddî û maneviyê gihaşt Herêma Kurdistanê. Divê PKK ji malbatên şehîdan û hukûmetê û herwiha ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze.

2- Divê endamên rêxistinê yên ku xwîna Pêşmerge rijandine û ziyanên darayî gihandine Hikûmetê, bi zûtirîn kat radestî Hêzên Asayişê bikin û zirarên madî jî bidin Hikumeta Herêma Kurdistanê.

3- Divê PKK û ragihandina xwe dev ji zimanê dijminatî berdin û ji ber bikaranîna zimanê tundûtijî û dijmanatî lêhayiyekî nebaş peyda bûye, lewma berevajîkirina vê lêhayiyê pêwîste ku zimanekî bratiyê bikarbînin.

4- Divê PKK sozê bide gelê Kurdistanê ku ev kiryar û helwestên êrişker carek din çênabin. Bi kurtahî, divê ew soz bidin gelê Kurdistanê ku carek din çek li dijî Pêşmerge bikar nayne.

Ger van bendewarî û daxwazan pêk werin, ez bawer dikim ku Hikûmeta Kurdistanê û karbidestên wê dê zemîn ji bo Yekîtiya Neteweyî an axaftinên bi vî rengî amade bikin.

Em nekarin van hemî heqaret û mirin û sabotajan tine bihesibînin. Divê PKK dilpakiya xwe nîşan bide û hêviyên gelê Kurdistanê pêk bîne.






Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

469