Elî Memlûk li gel şandeke Rûsî gihiştiye Qamişlo .

Elî Memlûk li gel şandeke Rûsî gihiştiye Qamişlo .

Sep 12 2018

Jêderne rojnemevanî ragihandine ku şandek efserên Rûsî li gel Elî Memlûk serokê ewlehiya netewî ya rêjîmê gihiştine bajarê Qamişlo piştî têkçûna rewşê di navbera rêjîma Esed û çekdarên PYDê li bajarê Qamişlo .

Li gorî ku tora Zeman Elwesil belav kiriye ku şanda rêjîma Sûriyê civin li gel serkirdeyên çekdarên PYDê li firokxaneya Qamişlo ya navdewletî bi amadebûna Eqîd Xetfan ebû Cafer berpirsê fayla kurdî li cem rêjîma Sûriyê û Emîd Elî Taha serokê şaxa ewlehiya leşkerî li Qamişlo û hijmarek serkirdeyên PYDê li darxistin .

Jêdera navbûrî eşkere kir ku ev civîn li ser daxwaza Rûsiya hatin lidarxistin ji bo bi dawîanîna tevliheviya ku li Qamişlo hatibû rûdan

Roja 8ê vê mehê şerek di navbera çekdarên rêjîma Sûriyê û PYDê li Qamişlo rûda ku di encam de 7 çekdarên PYDê jiyana xwe ji dest dan û 14 çekdarên rêjîmê hatin kuştin serbarî hijmarek birîndaran .

Ev ne cara yekê ye ku rewşa ewlehî di navbera rêjîm û çekdarên PYDê têk diçe ku beriya niha gelek caran bûyerên bi vê awaiyê hatin rûdan ku herdem jî bi serpirştiyek Rûsî hevdîtinek di navbera herdu aliyan dihat li darxistin û nakûkiyên xwe çareser dikirin .

711