Çekdarên PYDê zarokek li Amûdê revand
ARK NEWS... Îro 26ê Berçileya 2020an, agahî bi destê ARKê ketin ku çekdarên PYDê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, zarokek bi mebesta leşkeriya neçar beriya hefteyekê revand. Ta niha jî nehatiye vegerandin.
Rozîn, dayîka keça revandî ji ARKê re got: Çekdarên PYDê keça wê Stêr Şêxo revand, û ji bo leşkeriya neçar bir. Ameje kir: Stêr temenê wê jêr 18 salî ye, ji pêş dibistanê xwe hat revandin.
Stêr Şêxo, zarokek sêwiya bavê xwe ye, ji ber ku bavê wê di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye.
Dayîka Stêrê bal kişand ser wê yekê: Çend caran hewil da keça xwe vegerîne, lê bêsûd bû. Dayîka Stêrê di rêya ARKê re banga vegerandina keça xwe kir.
Ş.E
415
