Malbata efserên kurd banga xwe gihand serok Mesûd Barzanî

Malbata efserên kurd banga xwe gihand serok Mesûd Barzanî

Dec 26 2020

ARK NEWS… Bêtir ji 7 salan li ser revandina 8 efserên Kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne derbas dibin, hîn jî bê çarenivîs in, û tu agahî û zaniyarî li ser wan tune ne. Serbarî bangên berdewam, dîsa malabta efserê kurd Mihemed Xelîl Elî banga xwe gihand serok Mesûd Barzanî, û hemû alî û partiyên siyasî ku fişarê li ser PYDê bikin da ku çarenivîsa efserên kurd diyar bibe, Di banga xwe de da zanîn ku diyarkirina çarenivîsa wan erkekî niştîmanî ye.

Tevî ku li deverên di bin destê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de hatin revandin lê, di 16 Nîsana 2013an nûçeyên wan hatin birîn, û PYDê dan bi hebûna wan efseran di zindanên xwe, yan jî radestkirina wan ji rêjîma Sûriyê re nekiriye.
Malbata wan tekez dikin ku bi destê PYDê hatine revandin, di daxuyaniyekê de, ku di salvegera 7an de hatibû belavkirin, bi zelalî eşkere kirin ku li gundê Swêdiyê yê Dêrikê hatine revandin.


Efserên kurd ev in:

Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye

Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Mihemed Gule Xeyrî ji bajarê Efrînê ye

Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye

Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye

Neqîb Husên Bekir ji bajarê Efrînê ye

Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye

Ji ber artêşa rêjîma Sûriyê bi karê stemkarî û binpêkirinan û kuştinê di dermafê gelê Sûriyê de radibûn; bi hezaran ji efser û çekdar ji artêşa rêjîmê cuda bûn, herwiha bi hezaran ji kurdên ku di leşkeriya rêjîma ya neçar û kesên xwebexş de veqetiyan, 8 efserên kurd jî beşek bûn ji wan, û di meha Nîsanê /2013an ji artêşa rêjîmê cuda bûn, û biryara hatina Herêma Kurdistanê da, piştî ku xwe gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, dengûbasên wan tevlî ajaokar û kesekî din re hatin birîn.

Li gor çalakvan û siyasetmedaran ku PYDê bi karê revandina efserên kurd rabûye û ne dûr ku radestî rêjîmê kiribe. Herdem daxwaz dikin wek çawa DAIŞ serbest berdide, her heşt efserên Kurd û girtiyên din yên ENKSê jî serbest berdin.

Ş.E

372