Emerîka : Hêzên Emerîkî dê li Sûriyê bimînin

Emerîka : Hêzên Emerîkî dê li Sûriyê bimînin

Jul 18 2019

ARK NEWS.. Wezîrê berevaniya Emerîka eşkere kir, ku hêzên Emerîka wê li Sûriyê bimînin .

Di civîneke perlemantoya Emerîkayê de Mark Isbir wezîrê berevaniya Emerîka yê demkî ragihand, ku hêzên Emerîkî ji Sûriyê venakişin û wê di nava xaka Sûriyê de bimînin weku amajeyekê ji vegera serokê Emerîka Dunald Tramp li ser biryara vekêşana hêzên xwe ji Sûriyê.

Herweha Isbir tekez kir, ku armanca berdewamiya rûbirûbûna şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê.wê hêzên Emerîkî weku beşek ji hêzên ferehregez li bakurê rojhelatê Sûriyê bimînin .

455